[This statement was originally published in English here. It was translated into Kurdish by Xelef Botan.]
Nameyek ji Hevalên ji Qahîre: em bêhna gaz a ku ji Rio û Taksîm’ê tê li Tehrîrê distînin
[Ev nivîsar, wergera danezana ku demekî nêzik de ji alîyê Hevalên ji Qahîre ve hatîye weşandî ye. Hun dikarin Ingilîzîya vê nivîsarê li vir bixwînin.]
Ji we re ku em li rex we berxwedidin; 30’ê pûşperê dê bibe nîşana gihatina mertebeyek nû ya serhildana me ku 25 û 28’ê rêbendan a 2011’an de destpê kir. Serhildana me ya vê carê li dijî Birayên Misliman e ku bin destên wan de kedxwarîya aborî, şideta polis, işkence û kuştin zêdetir bûne.
Ku fersende ji bo jiyanek bi rumet ne cih be, gotina “demokrasî” hatîye jî ê ne rast be. Îdîayên ku bi rîya hilbijartinan meşrûtî saz dibe me ji rastîya berxwedana me li Misir’ê dur têxe, ji ber ku rejîma zalim a ku li ser tehdekarî, hişkî û şideta polisan hatîye avakirin tenê rûyê xwe guhertî ye, lê bi rastî heman rejîm e. Destûrmend bersiva gel nadin. Meqaman ji bo menfîet û dewlemendîya xwe ya kesanî bikar tînin.
30’ê pûşperê carekî din qirîna Şoreşê bilind kir; “Gel dixwaze sîstemê bîne xar!” Hêvîya me ji pêşerojê ne zêhnîyeta Birayên Misliman ya ku rejîma otorîtera bawerhişk e, û ne jî kapîtalîzm a ku alîgirên xwe li ser her kesî digir e. Hêvîya me ne wesayeta leşkerî ku jiyana aborî û sîyasî bi zordestî girtî ye, ne jî sazîya kevin a wextê Mibarek e. Dibe ku xwepêşanderên ku xwe avêtin li kolanan 30’ê pûşperê bigihin hev li dora vê bangê, lê banga me ev e: Divê helwesta me walê be; ji ber ku em vegerîna rojên xwînrijandin a kevin qebul nakin.
Her çiqas tora me hêja jar be jî, bi wan hêvîyên ku Tirkiye û Brezîlya’yê dayîn me em ê bikevin rê. Her yekî ji wan di bin mercên sîyasî û aborî yên cuda de derketine holê; lê em hemu jî di bin destên heman mirovan de ne ku tim û tim berjewendîyên xwe difikirin, ji xeyni xwe tu kesi din nafikirin û zordest in. Em, ji “Tevgera Ragihandina Bêmize” ku sala 2003`an de li bajare Bahia ya Brezilya`yê bi şêweyek berwarî hatîye rêxistin û forumên vekirî yên li Tirkiye îlham distînin. Ligel perçiqandina mirovan di bin mantiqa neoliberalizma ku li Misir’ê cîgayi buye, rejîma Birayên Misliman tenê cîlayek olî li pêvajoyê ve daye. Mezin buna pir zêde ya sektora arizî(serbest) li Tirkiye’yê di bin rejîma zordest de biderfet dibe. Zêhniyeta ku şideta polisan mîna wesita yêkem pêk tîne jî eynî ye: bi vî awayî alternatif tên çewisandin. Li Brezilya’yê jî diroka şoreşger a hikumeta heyi mîna maskeyek ku meşrûtîyê dide tê pêk anîn. Şirikên kar bi heman zêhniyeta sermayedar hem kedxwarîya mirovan hem jî kedxwarîya xwezayê dikin.
Ev têkoşinên nû hevparên şerên dirokî yên Kurdan û gelên binkî yên li Amerikaya Başurî ne. Ev gelek dehsalin ku hikumeta Tirkiye û Brezilya’yê xebat kirin ku wan hêzên ku ji bo jiyanê têdikoşin biqelînin; lê serkeft derneketin. Berxwedanên wan dijî zordestîya dewletê bun pêşane ji bo pêlên protestoyan ku li Tirkiye û Brezilya’yê belav bûn. Bi lez û bez divê em kûrahiya têkoşinên hevdu fêhm bikin û azineyên nû yên serhildanê bibînin û wan ragihînin war, tax û civatên nû.
Berxwedana me, derfetek li dij rabuna rejîmên cihanî yên netewe-dewletan derdixine holê. Bê cudayi, hem di demên geşdarî û hem jî di demên qeyranên aborî de, dewlet—bi taybetiya Misir’ê de rêveberiya Mibarek, derbeya leşkerî an jî rêveberiya Birayên Misliman, bê ferq—ji bo dewlemendî û imtiyazên desthilatdaran her zêdetir bike, gelan bêmal, bêwar û bêmaf dihêle.
Tu kes ji me ji yeki din ne qutbuyî ye. Li Bahreyn’ê, Brezilya’yê, Bosna’yê, Şîlî’yê, Filistîn’ê, Suriye’yê, Tirkiye’yê, Kurdistan’ê, Tunis’ê, Sudan’ê, Sehraya Rojava’yê û li Misir’ê (em dikarin vê listê hêj dirêjtir bikin) em dijî heman dijminî têdikoşin.Li her derî me weke eşqîya, vandal, talanker û terorist bi nav dikin. Ew tişta ku em dijê wê şer dikin ne tenê kedxwarîya aborî, şideta polisa an jî sistema hiqûqa bê meşrûtî ye, ji wan zêdetir e. Û ne jî tenê maf û saz kirina têgina hemwelatiyek nû ye ew tişta ku em ji bo wê şer dikin. Em, dijî mekanizma zordestiyê, netewe-dewleta navendî ne.
Ev mekanizma, alîkariya komek bijarte ya cîgayi dike ku hêza jiyîna me bimije, û alîkariya hêzên cihanî dike ku jiyana me ya rojane bi rê ve bibin. Hêzên cihanî û bijarteyên cîgayi yên hevpar, bi gule, nûçe û çi din di navberê de hebe, dijî me bikar tênin. Em nabêjin ew têkoşinên ku berdewam dikin bila bibin yek an jî hemu bila wekhev bin. Lê ew tişta ku divê em dijî wê şer bikin, hilweşînin û xira bikin heman karin û heman binyata desthilatiyê ye. Bi hev re, doza me xurttir e.
Em dixwazin sistem werê xar.
Hevalên ji Qahîre
[To read this statement in English, click here. To read this statement in Turkish, click here.]